Li 11 taxên Hênê û Licê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Li taxên Ecemî, Şenlik, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper ên Licê yên Amedê û li gundên Kaladibî, Akçayurt, Topçular, Yukarıturalı yên Hênê yên Amedê îro ji saet 06.00’an qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Beriya ku qedexe were ragihandin bi tevlêbûna yekîneyên taybet operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Li Licê û Pasûr jî qedexe hate rakirin.