Amadekarên çalakiyên protestoyî yên li Myanmarê bangê dikin ku bûyerên diqewimin bibe ‘Bihara şoreşê’.

Ji 1’ê Sibatê dema pêkhatina darbeya leşkerî ya li Myanmarê û vir ve çalakî, bêîteatiya sivîl û protestoyên grevê yên gel dewam dikin. Bi taybetî bi greva karkeran re li nava aboriya welêt pirsgirêkên giran rû dane. Muxalîfên ku bi rengekî îllegal bi rêxistin kirine, rêveberiya berxwedanê ava kirin.

Li Rangunê çalakiyên şermezarkirinê serê sibehê dest pê kirin. Bi giranî ciwan tevlî çalakiyê bûn.

Ciwanan sê tiliyên xwe hildan ku bûye sembola berxwedanê û gotin, “Rêya ku em tê re dimeşin wê demokrasiyê bîne.”

Li herêmên cuda yên bajêr teqîn çêbûn.

Li bajarê Mandalayê jî çalakiyên şermezarkirinê hebûn. Li refên pêş ên vê çalakiyê jî rahîb hebûn ku ala Lîga Demokrasiyê ya Neteweyî hildan.

Li eyaleta Shan a li bakur rojhilatê welêt hêzên dewletê êriş birin ser çalakgeran û kesek bi fîşekê qetil kirin.

Li eyaleta Kachîn a li bakur jî hêzên dewletê êrişî çalakgeran kirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn.

Çalakiyên şermezarkirinê li gelek bajarên welêt pêk hatin.

Ji 1’ê Sibatê dema destpêkirina çalakiyên şermezarkirinê û vir ve 760 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin û 3500 kes jî hatin girtin.