Daneyên kuştin û xwe kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê, rastiya wê yekê radixe berçavan ku wekî tiştekî ji rêzê lê hatiye. Li şûna ku ev pirsgirêk werin çareserkirin, jin tên kuştin yanjî neçarî xwe kuştinê tên hiştin.
Herçendî ku Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan, daneyên du mehên derbazbûyî heya niha eşkere nekiriye, lê li gorî daneyên ku Rojnewsê li gorî nûçeyên rojane komkirî, di meha Çile û Sibatê de 9 jin hatine kuştin yanjî xwe kuştine. Jinek jî hatiye birîndarkirin.
Di rastiyê de bûyerên kuştin û xwe kuştinê gelek nayên zelal kirin. Ji ber ku hinek car qurbanî ji beriya ku jiyana xwe jidestbidin,eşkere dikin ku kesek hewldaye wê bikuje. Lê piştre tê ragihandin ku xwe kuştiye. Ger ev yek rastbe jî sedemê li pişt vê neçarmana xwe kuştinê nayên aşkirakirin. Ji ber wê emê divir de kuştin û xwe kuştinan jihev cûda nekin. Tenê navê cih eşkere bikin.
Li gorî nûçeyên di nava van du mehên derbazbûyî de li Silêmanî 4 jin, li Dihokê jinek, li Seyîdsadiq jinek, li Çemçemal jinek, li Xormatu jinek û li Raperîn jî jinek hatine kuştin anjî xwe kuştine. Herwiha li Bradostê jî jinek bi guleyê hatiye birîndarkirin.
Ev tenê çend mînakên ku li ser zanyariyên gihiştine saziyên çapemeniyê ne. Di be ku bîlanço ji van hîn zêdetirbe û haya çapemenî jê çênebibe. Rêveberiyên polîsan jî nabin alîkar ji bo belavkirina amara kuştin û xwe kuştinên jinan.
Têkildarî van bûyerên kuştin û xwe kuştinên jinan Parêzer Şuxan Hemereşîd, bi fikar qala van bûyeran kir û diyar kir ku piraniya van kesên tên kuştin ji aliyê kesûkar an jî dinava malbata xwe de têne kuştin. Ev jî di demek de ye tê gotin ku malbat cihê parastina jinane.

Şuxan, qala diyardeyek din a metirsîdar kir û got: “Endamên malbatê bêdeng dimînin, tu demek malbat giliyê van kesên kujer nakin, belge û zanyarî nadin dadgehê. Eve yeke ji sedemên zêdebûna bûyerên kuştin û xwe kuştinane.”
Heri dawî jî Şuxan Hemereşîd ku piranî kar li ser dosyên jinan dike, rexne li dadgeh û asayîşê kir û wiha got: “Kêmasiyên dadgeh û asayîşê bi aşkira diyarin. Em daxwaza cûdakariyê nakin, lê diviyabû zêdetir girgingî bi dosyên jinan bihata dayîn. Ji ber ku bûyerên kuştina jinan roj li pey rojê zêde dibin.”
Endama Komîta Jineolojî Şîrîn Tahir, sedemê zêdebûna tundûtujiyali dijî jinan bi hişmendiya civakê û siza nedana kujeran ve girêda.

Şîrîn Tahir di dewama axaftina xwe de got: “Bi xebata jinan û guhertina hişmendiya civakê dikare pêşî li tundûtujiya li ser jinan were girtin. Erkê ragihandinê jî ewe ku bi rêya diramayan nebin sedemê tûndûtujiya li ser jinan.”
(şk)