18’ê Hezîranê artêşa Tirk li Çiyayê Mawa yê li navçeya Batmanê Heskîfê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.
Ev tevgera êrişê ber bi çoltarê navçeya Kercewsê ve hat berferih kirin.
Li herêmê liv û tevgereke zêde ya balafir û helîkopteran heye.
Gelek deverên li herêma Toriyan hatine qedexekirin.
Di heman demê de gundê Bilêxşê jî ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin.
Destûr nayê dayîn ku gundî ji malên xwe derkevin.
Her wiha hat ragihandin ku çoltarê gund dengê çekan tê.
Di vê navberê de ji ber bombebara artêşa Tirk li Çiyayê Mawa şewat derketibû.
Esker destûr nadin ku gel mudaxeleyî şewatê bike.
Li aliyê din şandeya ji DBP’ê û DEM Partiyê hatiye avakirin xwest biçe herêmê.
Destûr nedan ku şandeya parlamentera DEM Partiyê ya Batmanê Zeynep Odûncû jî di nav de bikeve gund.
Şandeya ku ji ber îlankirina walîtiyê ya herêma ewlehiyê ketina wan hate astengkirin, anî ziman ku şewata li herêmê dest pê kirî nêzî jîngehan bûye.
Zeynep Oduncû jî diyar kir ku gerek walîtî bi berpirsayî tevbigere û destûr bide ku mudaxele bê kirin.
Naxwe ji hemû tişten ku biqewimin walîtî berpirse.