Li taxa Xiwêran a Hesekê ji ber teqîna motorsîkleta bombebarkirî du endamên ewlekariyê birîndar bûn.

Li taxa Xiwêran a bajarê başûrê bajarê Hesekê motorsiklêteke bombebarkirî teqiyan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê têkildarî teqîna ku doh êvarê li nêzî çerxerêya  taxa Xiwêran a bajarê Hesekê rû dabû daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di teqînê de du endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Li nêzî çerxrêya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê motorsiklêteke bombebarkirî bi wesayîka leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ve teqiya, di encamê de du endamên hêzên me birîndar bûn.”