Bi pêşengiya PYD, TEV-DEM û kongreya îslamî ya demokratîk li Hesekê greva birçîbûnê destpêkir.

Çalakî bi çarçoveya Însiyatîfa Gel a kantona Cizîrê pêktê, gel li nêzî Çerxerêya Cûdî kon vedan.

Endamê Însiyatîfa Gel Emmar Şemlan û endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd di çalakiyê de axivîn û Peyama berxwedanê dan.

Di çalakiyê de li ser berxwedana têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê ya di zindanan de belgefilm hat nîşandan.

Li Teqba jî dayîkên aştiyê û inisiyatîfa gel a ji bo azadiya Rêber Apo li goristana şehîdan a kantona Tebqa bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana gelên azad em ê tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin” dest bi greva birçîbûnê kir.

Endama Însiyatîfa Sûrî Şeze El hisên di çalakiyê de got:

Pêngavê 10`ê Cotmehê dest pê kir, li cîhanê deng veda. Gelek rewşenbîr, çalakvan, siyasetmedar û kesên bi fikrên Rêber Apo bawerin tevil bûn. Rêbert Apo di got şoreşa jin tevlê nebe, dê bi bin bikeve, emê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têbikoşin.

Di çalakiyê de sînevîzyonek têkildarî berxwedana girtiyan a di zindanan de hate pêşandan.

Di çalakiya li Cenev a li ber nunertiya Neteweyên Yekbûyî ji 25’ê çileya 2021’ê ve tê lidarxistin dewam dike.

Di çalakiyê de berxwedana li zîndanan û çalakiya girtiyên azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo hat silav kirin.

Çalakgeran gotin heta azadiya Rêber Apo emê têkoşîna xwe dewam bikin û banga tevilbûna çalakiyan li Parîsê kir.

Em li Cenevreyê bang li gelê xwe yê çar hêlên Kurdistanê û derveyî welat dikin. Tevlî çalakiyên 23’ê Kanûnê li Zurîhê û 6’ê Çîle li paytexta Fransa Parîsê bibin.

Nobeda azadiyê ya li wargeha şehîd Rûstem Cûdî Mexmurê jî bi koma 31’an dewam dike.

Li ser navê koma 30’an Qedrî Şirîşeyî axivî, tecrîda li îmraliyê şermezar kir û wiha got:

Tecrîda li ser Rêbertiya me veguheriye tecrîda li ser tevahî gelê Kurdistan û mirovahiyê. Armanca me ewe em vê tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin.