Li Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sûrê Hatûn Yildiz, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Rûniştina doza li dijî Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sûrê ya Amedê Hatûn Yildiz, li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Dadgeriya Tirk 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hatûn Yildiz birî.
Hatûn Yildiz ji ber serdanên xwe yên sersaxiyê û daxuyaniyên çapemeniyê, bi beyanên şahidên nepen bi îdîaya “endametiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” dihate darizandin.