Piştî şerê li Xelfetiyê hejmara mirovên tên destgîrkirin zêde dibe. Li taxa Qoser a navçeya Hewengê 4 kesên din hatin destgîrkirin.
Piştî şerê li taxa Dêrto yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, li taxa Qoser a navçeya Hewengê ku 19 kes hatin destgîrkirin, danê sibehê di serdegirtinan de 4 kesên din hatin destgîrkirin.
Di dema serdegirtinê de jendermeyan derî şikandin û welatiyên bi navê Mahmût Pehlîvan, Vakas Kiliç, Abdullah Polat û Besravî Atmaca destgîr kirin.