Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê agir bi sûkê ket û nêzî 300 dikan şewitîn.
Li gorî agahiyan, li taxa Kurdistan a li Hewlêrê ji ber sedemeke nediyar agir bi sûka Mîlî ket.
Agir saet di 05:00 de bi sûkê ket û li gorî agahiyên destpêkê nêzî 300 dikan şewitîn. Şewat piştî hewldana 3 saetan hate vemirandin.