Li navçeya Hezo ya Êlihê, di serdegirtina gundekî de 2 kes hatin destgîrkirin.

Serdegirtin di çarçoveya lêpirsînekê de ya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hate kirin.

Leşkerên Tirk avêtin ser gundê Huskutê yê navçeya Hezo ya Êlihê. Di serdegirtinê de gundiyên bi navê Mazlûm Bozyîgît û Harûn Bozyîgît destgîr kirin. Sedema destgîrkirinê nehate ragihandin.