Li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê ji ber barana ku zêde bariya, ava li bendav û çeman bilind bû, rê û pir rûxiyan. Karê rizgarkirinê ji aliyê tîmên destwerdana li afetê, masîgirên li herêmê û tîmên leşkerî hatin kirin. Di encama vî akrî de 22 hezar kesên asê man bi rêya helîkopter û botan hatin rizgarkirin.
Li mirovên ku li herêmê asê mane malzemeyên alîkariyê hatin belavkirin û karê ji bo rizgarkirina wan dewam dike.
Serokwezîrê eyaleta Keralayê Pînaravî Vîjayan got, nêzî 800 hezar kesên ji ber baranê û lehiyê ji herêmê hatin derxistin li 5 hezar û 645 stargehan hatin bicihkirin.
Li gorî nûçeya Hîndîstan Tîmesê, ji ber karesata 8’ê Tebaxê li Kerala dest pê kir, nêzî 240 kes mirin. Ji meha Hezîranê dema destpêkirina barana mûsonê û vir ve jî 370 kes mirine.
Lehiya ku ji ber barana mûsonê rabû bandor li 12 ji 14 herêmên Keralayê kir. Av li hezaran xaniyan qewimî û xisar li zeviyên ji 32 hezar û 500 hektarî bû.
Ji ber barana mûsonê û rabûna lehiyê, li heft eyaletên Hîndîstanê ji destpêka salê û vir ve zêdeyî hezar kes mirine.