Li bajarê Kûrchedûya eyaleta Andhra Pradeşê 9 kesên dezenfektan vexwarin mirin.
Li gorî polîsan van kesan dezenfektana destan vexwarine û ji ber wê mirine. Li bajêr ji ber têkoşîna li dijî koronavîrusê dikan girtîbûn û kesên ku alkol bi dest nexistibûn ji ber vexwarina dezenfektanê mirin.
Li Hindistanê her sal bi sedan kesên hejar ji ber alkola sixte dimirin. Bazirgan ji bo rêjeya alkolê zêde bikin antîjel an jî metanolê dixin nav vexurkên alkolê.