Li Hollandayê, di encama têkoşîna ji 30 salî de zimanê liv û tevgerê bû zimanê sêyemîn ê fermî.
Hollandayê, li gel Felemenkî û Frîzî zimanê liv û tevgerê kir zimanê xwe yê sêyemîn ê fermî.
Civata astendar a kerr û lal wê êdî karibin mohra xwe deynin û sond bixwin, wê karibin wergêrekî bixwazin û mafê agahîstandinê ya bi zimanê liv û tevgerê bixwazin.
Naskirina vî zimanî bi rengekî fermî, ji bo 15 hezar mirovên li Hollandayê yên ku zimanê liv û tevgerê zimanê wan ê bingehîn e bû agahiyeke baş.
Dema ku nifûsa mirovên guhê wan giran e li vê civatê bê zêdekirin hingî hejmara wan dibe ji sedî 12 ê nifûsa Hollandayê.
Bi Hollandayê re hejmara welatên ku zimanê liv û tevgerê weke zimanê fermî qebûl kirine bû 19 welat. Cezayîr, Elmanya, Belçîka, Brezîlya, Ûganda û Taylanda ji van welatan e.