DYE’yê li Idliba dagirkirî rêveberê ‘payebilind’ ê El Qaîde kuşt.
DYE’yê, li Idlibê ya ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirî bi amûrên hewayî rê rêveberekî payebilind ê El Qaîde kuşt.
Fox Newsê ragihand 20’ê Îlonê li herema Idlibê ya Sûriyê rêveberê payebilind ê El Qaîde Salim Ebû Ehmed bi êrîşa amûra hewayî ya bêmirov a DYE’yê ve hatiye kuştin. Fox Newsê ragihand ku Salim ji plankirina êrîşên El Qaîde, fînansekirina wê û fermandanê berpirs e.
Pentagonê ragihand ku li ber destê wan ti zanînek nîne bê ka di êrîşê ziyan hatiye ser sivîlan an na.