Li Idlibê dema ku dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk digeriya teqînek çêbû.

Li gorî agahiyan, teqîn li ser rêya Heleb-Lazkiyeyê (M4) çêbû ku hingî dewriye digeriya.

Hate ragihandin, piştî teqînê dengê çekan ji herêmê hat.

Rewşa aloz a li herêmê dewam dike.

Li ser teqînê hîn agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.