Li gorî belgeyeke ku hatiye belavkirin, tê diyarkirin ku Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Dr. Seîd Nemekî ji ber nikarin pêşiya belavbûna vîrûsa Korona bigirin îstîfaya xwe dixwaze.

Di belgeya fermî ku li ser torên civakî de hatiye parvekirin, Nemekî bal dikêşe ser leza belavbûna vîrûsa Koronayê ya li Îranê û diyar dike ku ew nikarin bi derfetên heyî yên kêm belavbûna vîrûsê kontrol bikin.

Nemekî dibêje ku “Heta dîroka nivîsandina vê belgeyê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine zêdetirî 9761 kes e û 468 kes mirine.” Di berdewama nivîsê de tê diyarkirin ku leza belavbûna vê vîrûsê li gorî Çînê ji ber hindek sedemên cûda pir zêdetir e. Sedemên herî girîng wiha ne, nebûna hêza ku bikare pêşî li belavbûna vîrûsa Koronayê bigire û kontrol bike, zextên zêde yên saziyên ewlekariyê ji bo veşartina wê agahiyê, her wiha nehiştina agahdarkirina saziyên tendirustiyê yên cîhanî.

Di dawiya belgeyê de Nemekî girêdanbûna xwe bi sonda doktoriyê bi bîr dixe û dibêje ji ber ku di vê rewşa krîzê de nikare bibe bersiv daxwaza îstîfayê dike.

Ev belge ji bo serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî re hatiye şandin.