Xwepêşandanên li Îsfehanê destpêkirî belavî bajarên din jî bûn. Gel zextên rejîmê, rewşa giran a jiyanê, qûtbûna av û ceyranê protesto dikin.

Xwepêşandên ji aliyê esnafan destpêkirî, ajokarên wesayîtan û karker jî piştgiriyê dikin.

Pêşengê xwepêşandanên jinên li Îranê ne. Diyar bû li Kerecê piştî çalakiyên protestoyê pasdarên Îranê qedexeya derketina derve îlan kirine. Li aliyê din hate diyar kirin ku di çalakiyan de 20 çalakger hatine destgîrkirin.