Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir ku di 10 mehên destpêka 2023’an de,15 jê jin, bi giştî 646 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dardekirin.

Dîrektorê Mafên Mirovan a Îranê Mahmood Amîry-Moghaddam da zanîn rayedarên Îranî piştî protestoyên “jin, jiyan, azadî”dardekirin zêdetir kirine û got:

Rayedarên Iranê dardekirinê weke amûra çavtirsandina civakê dibînin. Ji bo ku protestoyan asteng bikin li seranserê welêt, çalekgeran sêdare dike.

Amîry-Moghaddam diyar kir ku piştî çavê cîhanê çûye ser şerê li Xezeyê hejmara dardekirinan zêde bûne û got: Li gor daneyên me, ji şerê Xezeyê heya 13’ê Mijdarê, 114 kes hatine dardekirin.

Di navbera kesên tên dardekirin de, hevşibî hene. Yên têne dardekirin komên ‘herî marjînal’ yên civakê ne. Herî zêde Kurd û Belûc têne dardekirin. Her tim kêmar tên dardekirin. Sedema vê jî ew e rejîm dixwaze bi şideteke zêde berxwedana wan bitepisîne.

Mixabin dewletên cîhanê li ber înfazên Îranê bêdeng in. Binpêkirina mafan, zext û zora li Iranê, di rojeva cîhanê de nîne.