Vîrûsa Korona ku li bajarê Wûhan yê Çînê derket holê roj bi roj belav dibe. Li Îranê jî mirinên ji ber vîrûsê her roja diçe zêde dibin. Berdevkê Wezareta Tendirustiya Îranê Kiyanuş Cehanpur têkildarî bîlançoya dawî ya vîrûsa korona daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gorî daxuyaniyê heta niha li Îranê ji ber vîrûsa korona 19 kes mirîne û 139 nexweş jî hatine testpîtkirin.

Meclîsa Dadwerî û Lijneya Yasayî ya parlamentoya Îranê jî biryar da ku kesên nûçeyên ne rast li ser vîrûsê belav bikin, wê ji bo salek heya 2 salan werin girtin. Meclîsê diyarkir ku nûçeyên ne rast bandorê li aboriya welat û welatiyan dike.