Li Îranê di pîrozbahiyên Çarşema Sor de herî kêm 9 kes mirin, 1900 kes jî birîndar bûn.
Dewleta Îranê pîrozbahiyên Çarşema Sor qebûl nake û ji aliyê gelek oldarên Şîa ve weke ‘pagan’ tê dîtin.
Berdevkê Servîsên Alîkariya Destpêkê ya Neteweyî Mûjtaba Halidî ji AFP’ê re ragihand ku şeva Sêşem-Çarşemê di dema pîrozbahiyan de yek jê li paytext, bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Halidî anî ziman ku li tevahiya welêt piraniya wan mêr 1894 kes birîndar bûn.
Ji 19’ê Sibatê û vir ve di pîrozbahiyên Çarşema Sor de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Pîrozbahiyên Çarşema Sor çarşema dawî ya beriya Newrozê tên lidarxistin. Ev yek di heman demê de li gorî salnameya Îranê çarşema dawî ya salê ye. Li gorî teqwîma Îranê sala nû di 21’ê Adarê de dest pê dike.