Civaknas û lêkolînerên zanista civakî ji bo şîddeta li ser jinê hişyariyan dikin.
Li gorî malpera fermî ya Îrnayê civaknas Kamîl Delpasand diyar dike ku îstatîstîkên li ser şîddeta li dijî jinê nayên eşkerekirin û di medyayê de nayê weşandin. Delpasand diyar kir ku ew daneyên rastîn li tu derê nabînin.
Delpasand got ku, “Şîddeta li ser jinên zewicî, piştî şîddeta li ser zarokan di rêza duyemîn de ye.”
Berpirsê rewşên awarte yên civakî Reza Caferî jî di meha Gulanê de ji medyaya Îranê re diyar kiribû ku şîddeta li ser jinê ya di nav malê de 20 ji sedî zêde bûye.
Di serdema pêşîn a salê de 16 hezar bûyerên şîddetê yên li ser zarokan ketiye qeydan û di serdema pêşîn a salê de li dijî jinan 1.750 bûyerên şîddetê hatiye tespîtkirin.
Civaknas diyar dikin ku sedema bingehîn a vê şîddetê kêşeyên ekonomîk û qelsiyên di warê piştgirî û perwerdehiyê de ne.
Gerînendeyê branşa xisarên civakî ya Komeleya Civaknasan Ahmed Bûharayî jî diyar dike ku, “Ji Adara 2017’an heta Adara 2018’an têkildarî şîddeta li ser jinê ya di nav malê de di medyayê de 300 nûçe hatine çêkirin. Li gorî îstatîstîkan 80 ji sedê jinan mexdûr in.