Teqîn di saetên sibehê de pêk hat. Berdevkê Midûrê Agirkujiyê ya Tebrîzê Ekber Deştî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihand ku di encama teqînê de 5 kes mirine û 4 kes jî birîndar bûne.
Ekber Deştî her wiha da zanîn ku di encama teqînê de 3 mal û hinek wesayîtên derdora wê ziyan dîtine.
Heta niha ne diyar e ku sedema teqînê ji ber çi pêk hatiye.
Berpirsê Agirkujiyê got, “Em niha li ser sedema teqînê lêkolîn dikin. Em ê encam bi raya giştî re parve bikin.”