Di encama barana zêde û rabûna lêhiyê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, 7 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristî ya Iraqê, li navçeya Şerqetê ya Eyaleta Selahadînê lêhî rabû. Di encama lêhiyê de li Şerqetê 4 li Basra jî kesek mir.
Li parêzgeha Mîsan ê jî zarokek mir.
Li gundê Melaqere ya Hewlêrê jî şivanek ji ber barana zêde jiyana xwe ji dest da.