Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku li seranserî Iraqê 33 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û di heman demê de li navçeya Resafê ya Bexda, bajarê Besre û Dîlanê jî 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê, kesên ku heta niha li seranserê Iraqê bi wê nexweşiyê ketine bi vê şeklê ye:

– Navçeya Resaf a Bexdayê: 3 kes

– Navçeya Kerx a Bexdayê: 2 kes

– Taxa Şarî Pizîşkî ya Bexdayê: 2 kes

– Necef: 1 kes

– Besre: 1 kes

– Mûsil: 1 kes

– Silêmanî: 12 kes

– Hewlêr: 10 kes

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê her wiha ragihand ku bi giştî li Iraqê heta niha 266 kes bi nexweşiya Koronayê ketine, ji wana 62 kes baş bûne û 23 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.