Li gorî çavkaniyên ewlekariyê li ser erêkirina Serokkomar a cezayê wan 5 kes 9’ê Sibatê roja Sêşemê li Girtîgeha Nsiriyê hatine bidarvekirin.
Ji bo bidarvekirinê pêwîstî bi erêkirina Serokkomar heye. Li gorî çavkaniyên Serokkomariya Iraqê cezayê bidarvekirina 340 kesî hatiye erêkirin.
Iraq a piştî sala 2017’an serketina xwe li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ragihand û şûnde dadgeha Iraqê cezayê darvekirinê dan bi sedan kesî.
Ji bo darvekirinê jî divê Serokkomarê Iraqê yê Kurd Berhem Salih jî erê bike, heta pêk bê. Li gorî çavkaniyên polîsn înfaza 21 kesî ji aliyê Salih ve hatiye erêkirin.
Li Iraqê di derbarê çeteyên DAÎŞ’ê yên biyanî jî cezayê darvekirinê hatiye dayîn, lê heta niha yek ji van nehatiye bidarvekirin. Di nava yên li benda bidarvekirinê de ne 11 kes fransî, 1 jî Belçîkî ye.
Li gorî Rêxistina Efûya Naventeweyî li Iraqê sala 2019’an 100 kes hatin bidarvekirin. Ev jî li gorî cîhanê ji her heft darvekirinan yek li Iraqê ye.