Li gorî rêjeya Komîsyona Mafên Mirovan a li Iraqê, di nava 2 hefteyan de di xwepêşandanan de 13 kes hatine kuştin û 729 kes jî birîndar bûne.
Di 8’ê Tîrmeha 2018’an de li parêzgeha Besra ya Iraqê bi armanca protestokirina siyaseta aborî û nebûna xizmetguzariyê ya Hikûmeta Iraqê xwepêşandan destpê kirin. Piştî wê çalakî belavî Necef, Zukkar, Mîsan, Hille, Dîwaniye, hinek bajar û taxên Bexdayê bûn.
Li gel hemû hewldanên hikûmet û rayedaran jî xwepêşanda berdewam dikin. Li gorî rêjeya Komîsyona Mafê Mirovan ya li Iraqê, di nava 2 hefteyan de di xwepêşandanan de 13 kes hatine kuştin û 729 kes jî birîndar bûne.
Li ser vê yekê îro endamê Komîsyona Mafê Mirovan yê li Iraqê, Fazil Xerawî daxuyaniyekê nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de rêjeya kuştî û birîndarên xwepêşandanan ya 2 hefteyan hat eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya komîsyonê di nava 2 hefteyan de, di xwepêşandanên Iraqê de 13 kes hatin kuştin û 729 kes jî birîndar bûne. Ji van 460 birîndar ji hêzên Iraqê ne. Her wiha hate gotin ku di xwepêşandanan de 757 kes jî hatine destgîr kirin û gelek ji wan di 2 rojên dawî de hatine azad kirin.
Herî dawî komîsyonê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku di encama xwepêşandan de ziyan gihaye ser 91 avahiyên hikumî, medenî û hin ziyan gihaye ser wesayitan jî.