Li Iraqê cînayeteke siyasî hate kirin. Di dîroka Iraqê de hema hema he roj an jî her mehê kuştineke siyasî rû dide.

Dîroka Iraqê di heman demê de dîroka darbeyan, cînayetên siyasî û komployan e. Her demê cînayetên siyasî rû dane, komplo hatine kirin. Divê bê zanîn ku cînayetên siyasî yên her demê rû dane têkoşîna navbera desthilatdarî û mûxalefetê, têkoşîna navbera hêzên hewl didin li ser Iraqê bi bandor bibin û yên xwe dispêrin van hêzan û siyasetê dikin. Cînayeta siyasî ya ku hefteya derbasbûyî li Iraqê hate kirin jî bi vî rengî bû. Pispor û şîrovekarê terorê yê bi navê Hîşam Haşîmî jî bi vî rengî hatibû qetilkirin. Pisporê hate qetilkirin yekî nêzî Serokwezîrê nû yê Iraqê Mûstafa Kazimî û dijberê Îranê bû. Kesekî welê bû ku têkildarî komên Haşdî Şabî yên nêzî Îranê nirxandin û lêkolînên xwe yên cidî hebû.

Li ser berpirsyarê bûyerê gelek nîşane hene. Lê belê beriya ku derbasî wan bibin, divê mirov bala xwe bidin ser rewşa heyî ya Iraqê û sedemên bêrêveberî û bêhikumetbûna hikumetê.

DESTWERDANA PIŞTÎ REFERANDÛMÊ Û HILBIJARTIN

Başûrê Kurdistanê bi zexta PDK’ê di Îlona 2017’an de bi navê “referandûma serxwebûnê” referandûmek hate kirin. Di belgeyên MÎT’ê de yên dema dawî eşkere bûn, îdîayên li ser çavkaniya fikrê serxwebûnê û armanca van kiryaran dihate vegotin. Dihate ragihandin ku MÎT ji bo pêşî li pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd bigire, ji bo nehêle ku şoreşa li Rojava bandorê li tevahiya Kuridstanê bike, MÎT’ê hewl dida Tevgera Azadiyê ya Kurd weke dijberê serxwebûnê nîşan bide. Dihate gotin, “Divê propaganda bê kirin ku serxwebûn ji bo Kurdan pêwîstî ye.” Di encama vê referandûmê de ku bi navê serxwebûnê hate kirin, 51 ji sedî yê xaka Başûrê Kurdistanê ji dest çû. Lewma vê yekê nîşan da ku lîstika refeandûmê bi kîjan propaganda û armancê hatiye kirin.

Piştî referandûmê di 17’ê Cotmeha 2017’an de herêmên cihê nîqaşê; Diyala, Mendelî, Xaneqîn, Xûrmatû, Daqoq û Kerkûk ji destê Kurdan hatin derxistin. Serokwezîrê wê demê Haydar Ebadî xwest bi destwerdana li Kurdan re di hilbijartinê de bi ser bikeve û bi vî rengî kete hilbijartinê. Di hilbijartinên 12’ê Gulana 2012’an de Haydar Ebadî encama ku dixwest bi dest nexist. Di hilbijartinê de lîsteya Sarîûn a bi lîderiya Sadr bi ser ket. Piştî wî jî lîsteya Fetîh a Hadî Amîrî ya alîgirê Îranê bi ser ket.

Ji ber ku Ebadî di hilbijartinê de têk çû, wezîfeya avakirina hikumetê nedan wî. Ebadî yê li ber çûyînê bû berpirsyarê giştî yê Haşdî Şabî û alîgirê Îranê Falîh Feyyaz û gelek kesê alîgirê Îranê ji wezîfeyê girt.

Piştî ku 5 meh di ser hilbijartinê re derbas bûn, hikkumeta nû ji aliyê Adil Abdulmehdî ve hate avakirin. Abdulmehdî dema ku hikumet ava kir, Sadr ragihand ku wê polîtîkayên hikumetê bişopîne û salek dem da wî, ku eger polîtîkayên wan nepejirîne wê hikumetê hilweşîne. Hikumeta Abdulmehdî 29’ê Cotmeha 2018’an bi 8 wezîrên kêm ava bû. Piştî nîqaşên dûdirêj ên 8 mehan hikumet temam bû. Abdulmehdî wezîfeya Falih Feyyaz û gelek alîgirên Îranê radestî wan kir. Hikumeta Abdulmehdî ku hindik mabû saleke xwe temam bike, di Cotmeha 2019’an de ji hilweşandina wê pêvajoyê dest pê kir. Abdulmehdî 29’ê Mijdara 2019’an neçar ma ku îstifa bike. Lewma Iraq ji nû ve bê rêveberî ma.

Piştî îstifaya Abdulmehdî destpêkê siyasetmedarê serbixwe Mehmet Tewfî Allawî, piştre jî waliyê Basrayê ji bo avakirina hikumeta nû hatin wezîfedarkirin. Lê belê ji ber nakokiyên navbera aliyên siyasî, nakokiyên navbera Sûnî, Şîa ti ji wan nekarîn hikumetê ava bikin.

Herî dawî Berpirsyarê Îstîxbarata Iraqê Mûstafa Kazimî ji bo avakirina hikumeta nû hate wezîfedarkirin. Kazimî ji kuştina Generalê Îranî Kasim Silêmanî û Berpirsyarê Duyemîn ê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs berpirsyar dihate nîşandan.

Dema ku wezîfeya avakirina hikumetê radestî Kazimî hate kirin, Hîzbûllah a Iraqê ya alîgirê Îranê diyar kir ku ev yek îlana şer e. Vê daxuyaniyê nîşan dida ku di navbera Kazimî û komên alîgirê Îranê û Îranê de nakokiyên giran hene, bi demê re ev nakokî wê veguhere şer.

LI GEL DIJBERIYA KOMÊN ŞÎA YÊN ALÎGIRÊ ÎRANÊ, KAZIMÎ HIKUMET AVA KIR

Hemû koman nêzîkatiyeke erênî nîşanî namzetnîşandana Mûstafa Kazimî dan. Bİ demê re komên alîgirê Îranê, her wiha Amir Hekîm ê ku xwe ji Îranê vedigire jî li dij derketin. Tevî ku ev kom tevlî civînên parlamentê û dengdana pêbaweriya bi hikumetê re nebûn jî Kazimî hikumet ava kir û di demeke kurt ve ev karê xwe temam kir. Di demeke kurt de DYE’yê ji bo piştgiriya bi Kazimî re li Bexdayê civîneke du rojan li dar xist. Di civînê de rewşa hêzên DYE û koalîsyonê yên li Iraqê û herêmê hate nirxandin û hate ragihandin ku wê hejmara hêzên xwe kê mbikin, lê belê hejmara pisporan wê bê zêdekirin. Ev yek dihate vê wateyê; dema ku hejmara leşkeran dihate kêmkirin personelên îstîxbaratê ji bo sîstemeke nêzî xwe ava bikin wê pisporan bişînin. Piştî vê civînê Tirkiyeyê dest bi êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûr kir. Rojek piştî vê civînê Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Tirkiyeyê kir û di hin mijaran de hevkarî kirin. Ev serdan û peymana hevkariyê ya hate mohrkirin bi vê civînê ve girêdayî pêk hatin.

Di civîna il Bexdayê de biryar hatibû dayin ku karên Îran û Tirkiyeyê yên li Iraqê bên astengkirin û bandora wan bê şikandin.  Îran û Tirkiye ji ber vê yekê li dijî Kurdan û Iraqê dest bi hevkariyê kirin. Tirkiyeyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, Îranê jî li aliyê Merîwan, Saqiz, Bokan û Sineyê dest bi operasyonê kir. Operasyonên bi heman rengî du sal in li herêma Bradostê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin. Hêza xwe li ser sînor bi cih kir. Lê belê ji ber ku ji van operasyonan encam negirt, bi nêzîkatiya ‘li şûna min Tirkiye operasyonê dike’ hin operasyonên xwe neçar ma rawestîne. Bêguman sedemên cuda yên vê yekê jî hene.

NÊTA TIRKIYE Û ÎRANÊ YA LI IRAQÊ

Di demekê de ku Tirkiyeyê li dijî Kurdan dest bi êrişên dagirkeriyê kir û hewl da dest li Iraqê werde, Îran jî li dijî hikumeta nû ava bû kete nava liv û tevgerê. Hîn Îran li dijî Kazimî nekete nava tevgerê, Kazimî li dijî komên alîgirê Îranê kete nava liv û tevgerê. Kazimî ji bo belavkirina komên Haşdî Şabî û bêbandorkirina wan koman hin guhertin çêkir. Li dijî vê yekê jî Hîzbûllah a Iraqê deriyên herêma kesk şikand, xwe gihand ber deriyê Kazimî û gef lê xwar. Li ser vê yekê Kazimî di serî de berpirsyarên Hîzbûllahê yên alîgirê Îranê gelek rêveberên Haşdî Şabî girt. Beriya du hefteyan jî li mala Hadî Amîrî bi beşdariya Nûrî Malîkî, Berpirsyarê Giştî yê Hîzbûllahê û gelek lîderê komên Şîa yên alîgirê Îranê û berpirsyarê Haşdî Şabî civînek hate lidarxistin. Di daxuyaniyên piştî civînê de hate ragihandin ku li ser karên divê ji bo berdana kesên ji aliyê Kazimî ve hatine girtin, hatin nîqaşkirin û hate ragihandin ku di vê mijarê de divê Kazimî bê hişyarkirin. Kazimî jî destwerdana xwe dewam kir. Falih Feyyaz ê alîgirê Îranê ku şêwirmendî ji ewlehiya neteweyî ya Iraqê re dikir, her wiha gelek kesên alîgirê Îranê yên di nava burokrasiya Iraqê û Haşdî Şabî de ne ji wezîfeyê dûr xist.

Ji ber ku Kazimî ev gav avêt, Hîzbûllah kete nava liv û tevgerê. Gef li kesên nêzî Kazimî xwar. Yek ji kesên ku gef lê hate xwarin pisporê terorê û şîrovekar Hîşam Haşimî bû ku nêzî Kazimî bû. Ji xwe Hîşam Haşimî ji destpêkê ve hewl dida kar, nelirêtî û bêhiqûqiya komên Haşdî Şabî eşkere bike. Lewma bû hedefa destpêkê. Bi vê yekê re di heman demê de peyama ‘kesên mîna te difikirin wê aqûbeta wan bi vî rengî be’ dan Kazimî. Tê gotin ku Hîzbûllahê hefteyek beriya kuştina Hîşam Haşimî gefa “Em ê te li ber deriyê te bikujin” lê xwaribû. Piştî hefteyekê jî Haşimî li ber deriyê mala xwe hate kuştin.

Piştî kuştina Haşimî têkoşîna li Iraqê bêhtir sor bû. Lê belê bal li ser wê yekê ye ku Kazimî wê li dijî vê çi bike û Îran li hemberî vê yekê gavên çawa biavêje. Li gorî agahiyên ku rojên dawî bi dest ketin, Îran gavê li dijî Kazimî didomîne. Her wiha hinek vê yekê weke “operasyona Îranê ya li dijî Kazimî” pênase dikin.

Li aliyekî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê didomin, li aliyê din jî Îranê ji bo hilweşandina sîstemê dest bi operasyonê kiriye. Ji cînayetên siyasî tê fêhmkirin ku têkoşîn wê xurtir bibe. Lê belê ji niha ve nediyar e ku ev yek wê çi bi Iraqê, Îranê û Tirkiyeyê bide qezençkirin û windakirin, DYE wê helwesteke çawa nîşan bide û piştgiriyeke çawa bide Kazimî.