Hema bibêje hemû pêkhateyên siyasî Kazimî qebûl kiribûn û demeke dirêj wekî zilamê DYE’yê dihate dîtin. Kazimî têkiliyên xwe yên bi Îranê jî xurttir kiribû.
Di çend rojên dawîn de li ser hev civîn hate kirin û li ser kesê ku wê têkeve şûna Zurfî nîqaş hatin kirin.
Roja Çarşemê YNK û PDK’ê jî diyar kiribûn heke Zurfî were vekişandin wê piştgiriyê bidin Kazimî.
Adnan Zurfî divê di 17’ê Adarê de hikumet ava bikira, lê beriya ku banga civînê li parlementoyê bike û lîsteya wezîran eşkere bike, neçar ma ku vekişe.
Beriya wî Mûhammed Allavî jî nikaribû di nava 30 rojan de dengê baweriyê ji parlementoyê werbigire.
Serokwezîr Adil Abdulmehdî jî di protestoyên 1’ê Adarê de neçar mabû ku îstîfa bike. Ji ber koronavîrusê çalakiyên girseyî hatin sekinandin lê hê jî li qada Tahrîrê ya Bexdayê bi dehan kes di konan de çalakiya xwe didomînin.
Kazimî divê heta 30 rojan kabîneya hikumetê pêşkêş bike. Lê ji ber qedexeya derketina derve wê parlemento çawa bicive, hê nehatiye zelalkirin.