Şefê sendîkaya Histadrout Arnon Bar David di civîneke çapemeniyê de got, “Ez banga greva giştî dikim.” Dawid got, “Di dawiya vê civîna çapemeniyê de, dewleta Îsraîlê wê raweste (…) Erka me ev e ku em vê pêvajoya qanûnê bidin sekinandin û em ê bikin jî.”

Piştî vê daxuyaniyê, Komeleya Tenduristiyê ya Îsraîlê biryar da ku greva giştî bike. Wê ev grev bandorê li nexweşxane û xizmetên tenduristiyê bike.

Serê sibê, Serokkomar Isaac Herzog ji hukûmetê xwest ku “tavilê” xebata qanûnî ya li ser reforma edlî bide sekinandin. Li Tel Avîvê ya ku paytext e bi şev di navbera xwepêşander û polîsan de şer çêbûbû. Herzog got, “Ewlehiya me, aboriya me û tevahiya civaka me di xetereyê de ye.”

Li gorî medyaya Îsraîlê, serokwezîr Benjamin Netanyahu dibe ku di nava rojê de daxuyaniyekê bide.

Projeya reformê ku ji aliyê hikûmeta Netanyahu ve hatiye pêşniyazkirin, di dîroka Îsraîlê de yek ji projeyên herî rastgir tê dîtin. Bi vê projeyê de kesên hatine hilbijartin wê karibin zêdetir bandorê li sr dadgeran bikin.