Li Cenova ya ku li bakurê Îtalyayê ye pira ku 1.18 kîlometre bû, beşa wê ya 200 metre hilweşiya. Ev pir di navbera salên 1963 û 1967’an de hatibû avakirin.

Li gorî agahiyên ku saziyên fermî dane, herî kêm 39 kes mirine û 12 jê bi giranî, 15 kes jî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku çend kes jî winda ne. Ji ber hilweşandina pirê 3 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber hilweşandina pirê 35 otomobîl, çend kamyon ji 45 metreyan ketine erdê.

Wezîrê Jêrsazî û Veguhêziyê Danîlo Tonînellî ji bo ku îstîfa bikin bang li rêveberên şîrketa otobanê kirin û lêkolîn li ser şîrketê dan destpêkirin.

Alîkarê Serokwezîr Lûîgî Dî Maîo diyar kir ku hilweşandina pirê ne qeder e û got “Divê kontrola wê bihata kirin.”