Li Îtalyayê di nava 24 saetên dawî de li gorî Parastina Sivîl 627 kes mirin. Parastina Sivîl ragihand ku bi giştî 4 hezar û 32 kes mirine.
Îtalya li cîhanê bû welatê herî zêde ji vîrûsa Koronayê bibandor bûye.
Lombardîa ya li herêma Mîlanoyê bû welatê duyemîn ê herî berdêl dayî. Li Lombardîayê 381 kes mirin. Li vir jî hejmara miriyan gihişte 2 hezar û 549’an.
Li welat di nava 24 saetan de 6 hezar kes bi vîrûsê ketine. Di nava rojê de herî kêm du carî hejmara kesên bi vîrûsê dikevin zêdetir dibin. Li welat 47 hezar û 21 kes bi vîrûsê ketine.