Li Îzmîrê Çîlem Kiliç û Selîme Ozdurun hatin kuştin û Sîber Yarici birîndar bû. Li Meletî jî Emîne P. dayika 3 zarokan hate kuştin.

Li navçeya Dikîlî ya Îzmîrê Alper Gul Çîlem Kiliç ku hevjîna wî bû û ji hev veqetiyabûn kuşt. Gul piştre çû mala dayika Çîlem Kiliç li vir jî li Selîme Ozdur kuşt, Sîbel Yarici jî birîndar kir. Alper Gul piştre xwe jî kuşt.

Li Meletî jî Emîne P. ku ji hêla Mehmet P. ve hate kuştin, ku Mehmet P. ji ber tundî lê Emîne dikir biryar hatibû standin ku ji hevjîna xwe dûr be.