Li Îzmîrê kesên bi erdhejê ji ber sedema hilweşîna avahiyan mirin bûne 114, tedawiya birîndaran didome.

Li Îzmîrê bi erdhejê re ku 30’ê Cotmehê li peravên Seferîhîsarê bûbû 17 avahî hatibûn xwarê, heta niha kesên ku di bin kavilan de man û mirin bûne 114 kes. Bi erdhejê re her wiha 1035 kes jî birîndar bûn û tedawiya 36 kesan didome.

Li Bayrakli ku erdhejê herî zêde li wir hatibû hîskirin xezbatên lêgerîn û xilaskirinê qediyan.

Têkilî hêrifîna avahiyan muahît jî di nav de 9 kesên ku hatibûn destgîrkirin birin edliyê.

Ji 11 kesan ku derheqê wan biryara destgîrkirinê hatibû standin 9 jê 2’yê Mijdarê hatibûn destgîrkirin.