Germa li Japonyayê li binê siyê jî 40 pile ye. Rêjeya nêmê 80 ji sedî derbas kir.

Li gorî daxuyaniyên fermî, di nava sê hefteyên dawî de 80 kes ji germê mirin, 35 hezar kes jî nexweş ketin û serî li nexweşxaneyê dan.

Ji berpirsyarên Ajansa Meteorolojiyê Motoakî Takekawa êvara Duşemê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, “Li gelek herêman dinya gelekî germ bûye ku beriya niha ewqasî germ nebûbû.”

Takekawa germa heyî germa kuştinê ye û got, “Em vê yekê weke karesateke xwezayî dibînin.”

Li bajarê Kûmagaya yê li bakurê Tokyoyê dinya bi 41.1 pileyî germ bûye ku ev yek li herêmê rekor e. Li gelek herêmên din jî zêdeyî 40 pileyî dinya germ bûye. Servîsên meteorolojiyê radgihînin ku germahî wê heta destpêka meha Tebaxê bidome.

Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, kal û pîr in. Zarok jî di nav de hene. Zarokekî şeş salî piştî ku ji dibistanê derket, ji germê jiyana xwe ji dest da. Berdevkê hikumetê Yoşîhîd Sûga got, “Ji bo parastina zarokan pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye.”

Hikumet wê desteka madî bide ji bo li kolej û lîseyan ji havîna bê û pê ve sîstema klîma were bicihkirin. Ji 1’ê Nîsana 2017’an û vir ve li nîvê sinifan sîstema hênikkirinê heye.