Li gorî polîsên Efganî, bombeyek avêtin hundirê mizgeftê. Di encama teqînê de herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku piştî teqînê gumanbarek li cihê bûyerê hat girtin. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Her çiqasê ji dema ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de dest danî ser desthilatê heta niha di warê ewlehiyê de pêşkeftinek mezin çêbûbe jî, lê êrişên çeteyên DAÎŞ’ê hîn jî dem bi dem berdewam dikin.

Talîban îdîa dike ku DAÎŞ têk biriye. Li aliyê din analîst dibêjin ku hîn jî gefa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser ewlehiyê didome.