Li paytext Kabûlê, di dema qelebalixiyê de li ser rê gelek êrişên bombeyî pêk hatin. Li gorî Berdevkê Polîsên Kabûlê Ferdaws Faramaz, di teqîn destpêkê de 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di êrişa duyemîn de jî 2 polîs birîndar bûn. Di teqîna sêyemîn de tiştek bi kesî nehat.

Li Efganistanê li gel danûstandinên ji bo aştiyê jî mehên dawî li Kabûlê û herêmên din ên welêt bûyerên tundiyê kêm nebûn. Bi taybetî li dijî rojnamevan, kesayetên siyasî û parêzvanên mafên mirovan êriş zêde bûn.