Li Kalîforniya ya DYE’yê şewata di encama lêdana brûskan de li daristanan derketî holê hîn didome.

Rayedaran da diyar kirin ku 175 hezar kes hatine vegûhestin, hêjmara miriya jî gehişte 6 kesan. 43 kes birîndar bûn. Nêzî 500 cih jî şewitîne.

Li gorî daxuyaniya rayedaran dayî, 370 cihên agir lê ne, du qatî rûpîvana xaka bajarê Los Angelesê ye.