Rêveberiya kampa Holê bi rêya projeyên perwerdehî û ahengan, hewl dide îdolojiya tundraw a DAIŞ‘ê tine bike.
Kampa Holê bi dûrahiya 45 metre dikeve rojhilatê bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Nêzî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ’ê li kampê dimînin.
Jin û zarokên DAIŞ’ê xeterîne, ji ber îdeolojiya DAIŞ’ê di mejiyê wan de ye. Li aliyê din jî bi hezaran koçber û penaber di dema dagirkeriya DAIŞ’ê li ser herêmê wan, bi salan neçar man di bin fikrê DAIŞ’ê de bijîn. Rêveberiya kampê hewl dide, îdolojiya tundraw a DAIŞ’ê ji holê rake.
Di demên dawî de li kampê gelek buyerên tundî rû dan, jê dîtina cenazeyê jina Endonezî ya ducanî ya a bi navê Soder Mînî ku di 27‘ê Hezîranê de ji aliyên jinên çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibû kuştin. Her wiha ciwanekî Iraqê di 5’ê Îlonê de ji aliyê jinên DAIŞ’ê ve hatibû kuştin.
Ji bo hişmendiya DAIŞ’ê ji holê bê rakirin, bi taybet li beşên ku malbatên çeteyan lê dimînin, rêveberiya kampê bi hemû rêbazan projeyan pêş dixe. Li rexê jî rûniştinên zanakirinê ji hêla hin rêxistinan û rêxistinên di kampê de dixebitn û bi hevkariya rêveberiya kampê re, tên lidarxistin.
Di kampê de 16 dibistan hatin vekirin
Da ku zarokên li kampa Holê, bi taybet zarokên çeteyên DAIŞ’ê bên gihandin û perwerdekirin, rêveberiya kampa Holê 16 dibistan vekirin. Di dibistanê de nêzî, 5 hezar zarok perwerdê distînin. Di rojê de 3 caran diçin dibistanê. Tê de minhacên ku ji hêla UNICEF’ê hatine amadekirin, tên dayîn.
Her wiha jî rêveberiya kampa Holê, parkek giştî bi rûbera 2 m2 di beşa 3’yemîn da vekir. Niha jî li ser dabînkirina tevahî pêdiviyên lîstokên zarokan, daniştek û çandina daran, xebat berdewam e.
Ji nava projeyên lîstok û kêfxweşiyê ku rêveberiya kampa Holê amade kirine, 17 yarîgehên biçîm ên footbolê ne. Li rexê jî 5 yarîgehên goga zembîlê jî hatinw avakirin. Tevahî proje ketin xizmetê û tê de hemû pêdiviyên sereke hene. Bi awayekî bênavber ciwan û zarokên kampê berê xwe didinê.
Rayedarê Buroya Xizmetguzariyê yê kampa Holê Şivan Ehmed diyar kir ku armanca van projeyan ew e ku fikra tundraw ji mejiyê zarokan û nîştecihên kampê derbixin.
Ehmed wiha qala astengiyên ku tên pêşberî rêveberiya kampê kir: “Malbatên çeteyên DAIŞ’ê zarokên xwe naşînin dibistanê û qedexe kirin ku komîteyên zanakirinê derbasî beşên wan bibin.”
Kampa Holê dabeşî 7 beşan dibe. Tê de penaberên Iraqê yên ku ji dest hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê di dema êrîşa li ser bajarê Musilê de revîne, hene. Ew di beşên 1, 2 û 3 dimînin. Di beşa 4’ê de jî koçberên herêmên Sûriyê (Heleb, Hums, Dêrazor, Idlib, Reqa û Tebqa) hene. Di beşên 5, 5 û 7’an de jî malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene û ji wê zêdetir jî beşeke taybet bi navê (Muhacîrat) ku tê de malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî hene.