Hêzên Ewlekariya Hundir ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek dan û gotin; Hêzên me agahiyên derbarê jinek û 2 zarokên Êzidî ku di sala 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin û li Kampa Holê têne girtin bidestxistin.
Piştî misogerkirina agahiyan, hêzên Ewlekariyê, li beşa çaremîn ya kampê dest bi operasyonê kirin. Di encamê de, roja duşemê (3ê Hezîranê), jina Êzîdî Ezîze Xalid Elî û 2 zarokên pê re ku yek ji wan keça wê ye, rizgar kirin.
Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku keça Ezîze 10 salî ye û navê wê Hunaf Bayif Xidir e.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê kesên hatine rizgar kirin bi rêya Nivîsgeha Têkilî û Hevrêziyê radestî Mala Êzidiyan bikin û piştre radestî malbatên wan bêne kirin.