Şewat li kampa koçberan a Bersivê ya Zaxo derket.
Kampa Bersivê li ser sînorê Zaxo ye, hezar 555 malbatên Êzidî lê dimînin. Beriya niha jî gelek car li vê kampê şewat derketibûn, ziyan giha bû xelkê li Kampê
Li gorî agahiyên rayedaran şewat vê sibê derketiye, ji ber şewatê gelek konên niştecihên kampê şewitîn.
Lê derbarê sedema şewatê de ti daxuyanî nehat dayîn.