Li bajarê Kamyaran ê ser bi parêzgaha Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi merasîmekê 4 şehîdên Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) hatin bîranîn.
Li bajarê Kamyaran ê ser bi Sine yê Rojhilatê Kurdistanê duh endamên KODAR’ê “Argeş Karzan, Tolhildan Sine, Dilovan Fedayî û Rojhat Bokan“ ên ji berî 40 rojan di êrîşekî hêzên Îranê de şehîd bibûn, ji aliyê malbatên şehîdan û welatiyan ve hatin bîranîn.
Merasîm li mala malbata Şehîd Argeş Karzan a li bajarê Kamyaran a Sine pêk hat. Di merasîmê de weneyên şehîdên KODAR’ê bi gul û mûman hatin xemilandin.
Herwiha hate ragihandin ku li bajarên Bokan û Serdeşt ên Rojhilatê Kurdistanê ji bo van her çar şehîdan merasîmên 40 rojiya şahadeta wan pêk hatine.