Li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ‘xeleka ji mirovan’ hate çêkirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan kes li hev civiyan.

Girseya gel, li Dundas&Yonge’yê li hev civiya û bi hildana wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê Yûsûf Îba û Leyla Guven çalakiya ‘xeleka ji mirovan’ pêk anî.

Çalakgeran bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Îba ku rojên dawî xwînê verdişe û ji bo çalakiya Îba banga xwedîderketinê kirin.

Çalakiya ‘xeleka ji mirovan’ bala derdorê kişand.