Li bajarê Toronto yê Kanadayê, wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê di wesayitên reklaman de yên li nava bajêr digerin hatin nîşandan û işaret bi berxwedana greva birçîbûnê hate kirin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi rêya wesayitên reklaman li ser grevên birçîbûnê agahî ji raya giştî re hatin dayin.

Wesayita reklaman ji aliyê Navenda Gelê Kurd a Torontoyê ve hate kirêkirin. Wesayit tevahiya rojê bi wêneyên Leyla Guven, Yûsûf Îba û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê li nava bajêr geriya.