Li bajarê Karlstadt ê Swêdê, çalakiyên di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re; dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê, dewam dikin.

Bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 rojan çalakiyeke bi konvoyê hate lidarxistin.

Wesayita ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin li navenda bajêr û navçeyên derdorê du rojan geriya û agahdarî kir.

Piştre jî li navenda bajêr daxuyanî hate dayin û wesayit ber bi bajarê Soderhamê ve hate birêkirin.