Li navçeya Kartalê ya Stenbolê hate gotin wesayita AKP’yiyekî hate şewitandin.

Komeke ku navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz li xwe kirî ragihand, 27’ê Sibatê li taxa Yalî ya Kartalê wesayita endamê meclîsa Kartalê ya AKP’yiyekî berê şewitandine.

Komê got, ”Li dijî komployê û tecrîda li ser Rêber Apo, em ê li hemû Stenbolê bbin agir û bersivê bidin.”

Yekîneya tolhildanê got, ”Li dijî tecrîda giran a li Imraliyê em diyar dikin ku em ketine pêvajoya çalakîtiyê.”