Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karê Navxweyî ya Kazakistanê heta 10’ê Çileyê 7939 kes hatine destgîrkirin.
Hate ragihandin piştî rojan li Alantiyê ya ku paytext e înternet jî hatiye berdan.
Bîlançoya zelal a xwepêşandanan nayê zanîn. Li gorî hin çavkaniuan herî kêm 160 kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Di 2’ê Çileyê de ji ber ku bihayê LPG’ê zêde bû xwepêşandanên xurt hatin destpêkirin û ev xwepêşandan li hemû welat belav bû.