Tirbeya Îmam Qetarat a Îmam Elî ya ku bi 25 kîlometreyan li rojavayê bajarê Kerbelayê ye, roja Şemiyê hilweşiya.
Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji dema hilweşînê ve hatin kirin de, heta niha cenazeyên 7 kesan hatine derxistin û 6 kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Berdevkê tîma parastina sivîlan Ebdulrehman Cevdet got, “Her xeletiyek dikare bibe sedema hilweşînên nû, lewma jî xebatên rizgarkirinê hêdî hêdî tê kirin.”
Tîma parastinê diyar kir ku ew dikarin av û xwarinê bidin birîndarên ku di bin xirbeyan de ne. Hat ragihandin ku ji kesên hatine rizgarkirin 3 jê zarok in.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî di daxuyaniyekê de li ser Twitterê spasiya dildarên kar û tîmên rizgarkirinê kir. Salih anî ziman ku hewldana wan ew e ku her kesên asê mane rizgar bikin.
Heya niha sedema hilweşîna tirbeyê nayê zanîn, lê li derdora wê çavkaniyeke avê heye ku Şîa di wê baweriyê de ne ku “Elî ibn Abî Talib û artêşa wî’ bêhna xwe li wir dane û av vexwarine. Parastina Sivîlan di wê baweriyê de ye, ku ji ber şilbûna zêde ya vê çavkaniya avê bûye sedema hilweşînê.
Tirbeya ku ji aliyê Şîa ve pîroz tê dîtin, her sal ji aliyê hezaran hecî ve tê ziyaretkirin. Li gor baweriya Şîa, Îmam Elî di sala 657’an de li ser rêya şerê Siffînê bi artêşa xwe ve li vê derê bêhna xwe vedane û ev kanî çê bûye.