Tabura 61’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji çeteyê herî metirsîdar ê DAÎŞ’ê, li bajarê Kerkûkê hatiye destgîrkirin ku destê wî di xwîna bi dehan bûyerên çekdarî de hebû. Ew kesê ku hatî destgîrkirin berê bi benda yasaya 4 ya terorê hatibû xwestin.
Di daxuyaniya Tabura 61’ê de qala cih û demê destgîrkirina çeteyê DAÎŞ’ê nehatiye kirin.
Destgîrkirina wî çeteyê DAÎŞ’ê piştî êrîşa xwekujî ya li ser Saziya Îstîxbarî ya Kerkûkê hatiye ku duh bi rêya du çekdarên xwekuj êrîşî saziya îstîxbaratê ya bajêr kiribûn.