Li Kerkûkê galeriyek hunerî hate vekirin. Biryare ji vir şûnde hemû berhemên hunerî yên bajar li vir bên komkirin.

Îro sibehê bi merasîmekê li Taxa Komarî ya bajarê Kerkûkê galariyek hunerî hate vekirin. Gelek nûnerên pêkhate û baweriyên cûda yên bajar tevlî galeriyê bûn.

Di destpêka galariyê de ji aliyê kesên tevlî galeriyê bûne gul danîn cihê galeriyê. Piştre gelek tablû û heykelên ji aliyê hunermendên bajar ve hatîn amadekirin, di galeriyê de hatin pêşkêşkirin. Zêdetirê wêne û tabluyan de bal dihate kişandine ser pirsgirêkên civakî, êşên jinê û azadiyê.

Yek ji heykelên ku herî bal kişand jî, heykelek parçebûyî ku di galeriyê de hate pêşkêşkirin bû. Ev heykel ji aliyê peykersaz Kurdistan Hesen ve hatiye çêkirin. Armanca heykel bal kişandina ser Enfal û jenosîda Kurdan. Her wiha bal dikişîne ser parçebûna Kurdistanê û welatên dagirker.

Hêjay gotinê ye ku di sala 1975’ê de li Kerkûk galeriyek hate vekirin. Belê karên hunerî pir kêm têda hatin encamdan û piştre hate girtin. Ji bo wê jî ev dibe yekem galeriya bajarê Kerkûkê û biryare ji vir şûnde hemû berhemên hunerî yên bajar li vir bên komkirin.