Rewşa Xelkê Kerkukê di metirsiyê de ye, dêk dolab li ser gelekin.

Ereb û dewleta Tirk naxwazin Kurd li Kerkukê bi hêz bin, lewra ketine pey dêk dolab û zextê.

Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve polîtîkaya Erebkirinê û valekirina taxan di meriyetê de ye.

Piştî taxa Newroz, xelkê Taxa Erefe jî dest bi çalakiya kon kirin.

Nûnerê çalakgerên konê çalakiyê yê taxa Erefe Ferhad Bayîz ji ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got:

Pirsgirêkên me piştî 2003’an destpê kirin. Dema awareyên Kerkûkê vegeriyan bajarê xwe ku hinek ji wan 40 mal û 70 malbat lê dijîn, Şîrketa Petrola Kerkûkê derbarê 250 malbatan de gilî tomar kiriye ku qaşo em ji yasayê reviyane ku di 28’ê Kanûna sala borî de jî ceza li xelkê vê taxê birîn.

Bi madeya 38’an a Zagona Zêdebûnê ya sala 1994’an, biryar dabûn ku şêniyên taxê di navbera 3 û 10 salan de bixin girtîgehê. Me karî careke din em dosyayê vegerînin lêkolînê. Em dixwazin pirsgirêkan li Bexdayê çareser bikin û dengê me bigihê aliyên pêwendîdar.

Li ser çalakiyê jî Ferhad Bayîz wiha got.

Ev du rojin me kon vedaye, heta pirsgirêkên me çareser bibin, emê çalakiya xwe bikin. Daxwazên me qanûnî û rewa ne, em dixwazin dosya dadgeha Kerkûkê li dijî me hatiye vekirin, bê girtin. Divê biryara desteserkirina malên me betal bikin, çareseriyeke bingehîn ji pirsgirêkên me re bibînin.

Çalakiya Taxa Newrozê jî 15 rojin li dijî êriş û dagirkeriya artêşa Iraqê dewam dike. Wan jî doh serdana çalakgerên konê Erefeyê kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.

Çalakgerên taxa Newrozê gotin: Divê Kurd bi yekdengî li dijî polîtîkayên Erebkirina Kerkûkê rawestin.